TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ava Pisder ya Herêma Kurdistanê carek din ji aliyê Îranê ve hat birîn

Leyla Denli
Nivîskar
📅 16 tîrmeh 2022 19:29

PeyamaKurd –  Ava ser devera Pişder ya Herêma Kurdistanê carek din ji aliyê Îranê ve hat birîn.

Li gor Fermangeha Ava Devera Pişder diyar kiriye, Îranê dîsa ava çemê Zêya Biçûk girtiye, ji ber wê jî ava vexwarinê ya xelkê deverê pir kêm bûye.

Herwiha Fermangehê destnîşan kiriye, ji ber kêmbûna avê ava vexwarinê nagîhe tevahiya bajarokê Qeladizê.

Hêjayî gotinê ye, Îran her sal di havînê de ava çemê Zêya Biçûk digire.

Parve bike: