TR KU SO
FB X
Kurdistan

Bajarê Dersîm bi erdhejeke hêza 4.1 hejiya

Hevi Turan
Nivîskar
📅 15 mijdar 2020 13:53

PeyamaKurd – Li bajarê Dersîm ê Bakurê Kurdistanê bi hêza pileya 4.1 a rixterê erdhej çêbû.

Saziya Rewşên Lezgîn û Hawarçûnê ya Tirkiyê (AFAD) ragihand ku li saet 00:22yê şevê li navçeya Pilimur a Dersîmê erdhejek bi pileya 4.1 rû daye.

Hat diyarkirin ku navenda erdhejê navçeya Pilimûrê ye û di kûrahiya 10 km a erdzemînê de çêbûye.

Li gorî zanyariyan li bajarên cîran jî hest bi erdhejê hatiye kirin, lê ti agahiyên ziyanan nehatin ragihandin.

Parve bike: