TR KU SO
FB X
Kurdistan

Bajarê Til Rifetê bi dijwarî tê topbarankirin

Leyla Denli
Nivîskar
📅 21 hezîran 2021 14:59

PeyamaKurd – Sînorê Kantona Şehba û navenda wê kantonê bajarê Til Rifetê ku di bin kontrola hêzên Kurdî û Rêveberiya Xweser de ne, bi dijwarî tê topbarankirin.

Ajanseke nêzîkî Rêveberiya Xweser diyar kiriye, artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê yên ser bi Enqerê ve, wê navçeyê topbaran dikin.

Têkildarî topbarana herêma Şehbayê û navenda wê bajarê Til Rifetê, artêşa Tirkiyê heta niha ti zanyarî belav nekiriye.

Heta niha jî ti agahî derbarê zerarên topbaranê de nayên zanîn.

Parve bike: