TR KU SO
FB X
Kurdistan

Bajarokê Zîbanê yê Dêrazorê kete bin kontrola HSDê

Hevi Turan
Nivîskar
📅 06 îlon 2023 20:25

PeyamaKurd -  Hate ragihandin ku piştî şer û pevçûn û aloziyên çend roj in dewam dikin, bajarokê Zîbanê yê Dêrezorê kontrol kir.

Li gorî zanyariyên dawî, şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji çend aliyan ve çûne nav bajarokê Zîbanê û ji sedî 70yê bajarok ketiye bin kontrola HSD.

Şervanekî HSDê ji Zîbanê ji medyayê gotiye: “Em şervanên HSDê ne, em li navçeya Hewaic Zîbanê ne, em kurên hozên vê navçeyê ne û xelkên vê derê ne. Cudahî di navbera me de nîne, ne Kurd, ne Ereb, ne Dêrî û ne Heskawî. Bi izna Xwedê em ê rê nedin komên terorîst ên ku ji wî aliyê çem tên û xwe vedidizin nav navçeyên me.”

Hate diyarikirin ku çekdarên Îbrahîm el-Hifil û alîgirên wî di Zîbanê de de asê mane ku ew dever yek ji xal û binkeya sereke ya wan çekdaran bû. Li gorî zanyariyan HSDê niha jî berê xwe daye bajarokê Hecînê ye ku ew jî yek ji bajarokên herî mezin ên navçeyê ye û HSD bê şer jê vekişiyabû.

HSDê, li ser rewşa dawî ya Dêrezorê agahî dan
Peyama Pentagonê ya Dêrezorê: Heta têkbirina DAIŞê em ê li Sûriyê bimînin
Parve bike: