TR KU SO
FB X
Kurdistan

Balafira Sêrtê ji ber pirsgirêka teknîkî li Batmanê danî

Hevi Turan
Nivîskar
📅 22 hezîran 2023 22:56

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 22yê Hezîranê balafireke rêwiyan a ji ser bajarê Sêrtê yê Bakurê Kurdistanê sefera Stenbolê dikir, ji ber problemeke teknîkî neçar ma li bajarê Batmanê deyne.

Li gorî zanyariyan, di balafirê de alarma pirsgirêka teknîkî lêdaye û piştî demeke kurt neçar maye li Balafirgeha bajarê Batmanê deyne.

Hat zanîn ku balafira bi jimara duvik TK 2657 ya THYê piştî demekê ji nû ve rabûye û ber bi Stenbolê ve bi rê ketiye.

Derbarê pirsgirêkê de ti daxuyanî nehatiye dayîn.

Parve bike: