TR KU SO
FB X
Kurdistan

Balafireke bêfirokevan êrîsî mefrezeyeke çekdarên PKKê kir

Leyla Denli
Nivîskar
📅 06 îlon 2022 15:03

PeyamaKurd – Balafireke bêfirokevan êrîşî mefrezeyeke çekdarên PKKê li Geliyê Balîsan kir.

Dijeterora Kurdistanê diyar kir, vê êvarê 5ê Îlona 2022yan di saet 20:10 xulekan de balafireke bêfirokevan a nenas, mefrezeyeke çekdarên PKKê li Geliyê Balîsan kir armanc.

Herwiha Dijeterora Kurdistanê da zanîn, mefrezeya çekdarên PKKê ji sînorê îdareya Raperînê derbas bûne û li Geliyê Balîsan bûne armanca balafireke bêfirokevan.

Herî dawî hat eşkerekirin ku dezgehên ewlehiyê li ser bûyerê dest bi lêkolînê kirine.

Parve bike: