Kurdistan
Balafirên Tirkiyê li Zaxoyê êrîsî wesayîtekê kirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku balafirên şer ên Tirkiyê, îro li gundewarên navçeya Zaxo ya Duhokê êrîşî wesayîtekê kir û dibêjin, ew wesayîteke PKKê ye.
Li gorî zanyariyên hatine, balafirên şer ên Tirkiyê êrîşî cihekî di navbera herêmên Derkar û bersawa de wesayîtek kirine armanc û du kesên di nav wê wesayîtê de kuştine.
Çavkaniyên deverê ragihandin ku herdu kesên di wesayîta hatiye ruxandin de can dane jî bi temamî şewitî ne.