TR KU SO
FB X
Kurdistan

Balyozê Japonê spasiya Herêma Kurdistanê kir

Hevi Turan
Nivîskar
📅 17 adar 2021 21:11

PeyamaKurd - Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku îro 17ê Adarê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaz3i li Balyozê Japonya yê li Iraqê Suzukî Kotaru kir.

Hat ragihandin di civîna Suzukî Kotaru û Nêçîrvan Barzanî de, hevkariyên Japonê, derfetên weberhênanê, sermayeguzarî û êrîşên terorî û rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Balyozê Japonê yê li Iraqê, di civînê de ji ber pêkanîna rewşeke aram û seqamgir, pesnê Herêma Kurdistanê da û spasiya Herêma Kurdistanê kir, ji ber wan asankariyên ku pêşkêşî ajans û rêxistinên nehikûmî yên Japonê dike.

Balyozê Japonya dûpat kir ku welatê wî dê li ser alîkarî û hevkariya bo Iraq û Herêma Kurdistanê berdewam be û li gorî warên pêwîst proje û karên xizmetguzarî dike.

Di civînê de ku Berpirsa Ofîsa Konsulxaneya Japon li Hewlêrê Nagayama Yoşîko jî tê de amade bû, behsa rewşa penaber û koçberên li Herêma Kurdistanê jî hat kirin û herdu alî li ser wê yekê hevnêrîn bûn, piştî ku xizmetguzarî û derfetên kar bo wan hatin dabînkirin, divê koçber bi daxwaza xwe vegerin cihên xwe.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di civînê de, bi boneya temambûna erk û karên wê, spasiya Nagayama Yoşîko kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.

Parve bike: