TR KU SO
FB X
Kurdistan

Baroya Sirnexê dest bi perwerdehiya Kurdî kir

Leyla Denli
Nivîskar
📅 15 cotmeh 2021 16:56

PeyamaKurd – Baroya Şirnexê, bi hevkariya Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek, dest bi perwerdeya Kurdî ji bo parêzeran kirin.

Baroya Şirnexê û Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek, bi xebateke hevpar ji bo parêzeran, dest bi perwerdehiya Kurdî kirin.

Dersên Kurdî, bi daxwaza parêzerên endamê Baroya Şirnexê li Hola Konferansê ya Tahir Elçî ya Baroya Şirnexê tên dayîn.

Heyama yekem a dersên Kurdî, wê mehekê berdewam be û 24 parêzer beşdarî kûrsê bûne.

Parve bike: