TR KU SO
FB X
Kurdistan

Barzanî: “Gelê Kurdistanê PDK xelat kir!”

Viyan Cicek
Nivîskar
📅 21 cotmeh 2018 16:16

PeyamaKurd- Musteşarê Konseya Ewlehiya Herêma Kurdistanê û Endamê Rêvebiriya PDKê Mesrûr Barzanî got ku Gelê Kurdistanê PDK xelat kir.

Piştî ku encamên hilbijartina Kurdistanê yên fermî hatin eşkerekirin, Endamê Rêvebiriya PDKê Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê twitterê daxuyaniyek da û wiha got: “Ji ber encamên hilbijartinê, ez gelê Kurdistanê pîroz dikim. Me dengê we bihîst. Ji ber ku Partiya Demokrat a Kurdistanê welatparêz û girêdayî prensîbên xwe ye, we jî PDK xelat kir.”

Ji xeynî vê jî, Barzanî kesên ku ji bo PDKê bi dil û can dixebitîn tebrîk kirin û spasiya xwe ji wan re pêşkêş kir û got ku “hemî xebat, ji bo pêşerojeke baştir bûn.”

Parve bike: