TR KU SO
FB X
Kurdistan

Barzanî li ser berdana Abdurrehman Apo peyamek da

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 15 mijdar 2018 23:21

PeyamaKurd- Li Binxetê PYD a bi ser PKKê ve, gelek caran kesên ku ne di fikr û ramana wan de ne, digre û wan dixe zîndanên xwe. Abdrurrehman Apo jî yek ji wan kesa ye ku demeke di zîndanên PYDê de ye û hem endamê serkirdayetiya PDK a Sûriyê ye. Bi sedema berdana Abdurrehman Apo ji zîndanê, serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî peyamek da çapemeniyê.

Barzanî di peyama xwe de, bo berdana Abdurrehman Apo kêfxweşiya xwe anî ziman lê got ku ciyê daxêye ku ev serkirdê PDK ê di zîndanên aliyekî Kurd de bû, ne di zîndanên dijminan de bû. Barzanî her weha hêvî kir ku ev bibe destpêka berdana hemû zîndaniyên siyasî yên Kurd ku li Rojava di zîndanên PYD ê de ne.

Parve bike: