TR KU SO
FB X
Kurdistan

Berpirsê ENKSyê ji bo Kobanê bang kir: Bajar di bin dorpêçeke "fetisandinê" de ye

İlyas batu
Edîtor
📅 29 rêbendan 2026 18:15

PeyamaKurd – Serokê Encumena Xwecihî ya Kobaniyê ya ser bi ENKSyê, Ednan Bozan, derbarê rewşa mirovî ya bajêr de hişyariyeke tund da û ragihand ku Kobanî rûbirûyî karesateke mezin a tenduristiyê ye.

Bozan diyar kir ku ji ber girtina hemû korîdorên mirovî ji aliyê sînorê Tirkiyeyê, artêşa demkî ya Sûriyeyê û xetên şer ve, bajar di bin dorpêçeke "fetisandinê" de maye.

Bozan bal kişand ser qutbûna xizmetên bingehîn û eşkere kir ku zêdetirî 10 rojan e elektrîk û înternet bi temamî qut bûne. Ji ber nebûna sotemeniyê, pompên avê naxebitin û bihayê tankereke avê gihîştiye asteke pir bilind.

Di warê tenduristiyê de jî, berpirsê ENKSyî hişyarî da ku şîrê pitikan û dermanên nexweşiyên kronîk qediyane û ji ber nebûna kelûpelan, neştergerî li nexweşxaneyan hatine sekinandin.

Ednan Bozan bang li hikûmeta demkî ya Sûriyeyê kir ku rê bide Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) da ku alîkariyên lezgîn bigihînin bajêr.

Parve bike: