TR KU SO
FB X
Kurdistan

Besa koçberên Sûrî ya Kampa Holê hat valakirin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 11 gulan 2021 23:06

PeyamaKurd - Rêveberiya Kampa Holê bi biryara Rêveberiya Xweser, beşa 14an a kampê ku ji koçberên Sûriyê pêk dihat vala kir.

Hat ragihandin ku koçberên ji Sûriyê yên ji nav kampê hatin derxistin vegeriyan malên xwe yên li Dêrazorê.

Di beşa ku hate valakirin de, 265 kesên ji 81 malbatên koçberên ji Dêrazorê hebûn.

Hat zanîn ku derketina wan malbatan li ser biryara Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê pêk hatiye ku li gorî wê birayara 10ê Cotmeha 2020an heta niha hejmarek zêde ya koçberan ji kampê hatine derxistin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, li kampa holê ya Hesekê, bi deh hezaran malbatên DAIŞê dimînin ku bi taybet malbatên ji Sûriyê li ser lihevkirina bi rûspiyên eşîran û HSDê re ji kampê têne derxistin bi sedema ku pêwendiyên wan bi DAIŞê re nemane.

Parve bike: