'Biryara YNKê ya girtina dezgehên PKKê pêngaveke bas e'
PeyamaKurd - Konsolosê Tirkiyê yê li Hewlêrê Hakan Karaçay derbarê biryara girtina partî û rêxistinên PKKê yên li Silêmaniyê û dorûbera wê kêfxweşiya xwe anî ziman.
Karaçay îro 29ê Mijdarê di civîneke rojnamevanî ya li Hewlêrê de, biryara YNKê ya girtina partî û rêxistinên nêzîkî PKKê nirxand û diyar kir, ‘YNKê bi girtina wan baregehan pêngaveke baş avêtiye, lê diviyabû ne bi hinceta nebûna rûhseta Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi hinceta ‘rêxistina terorî’ ew dezgeh bihatina girtin.’
Karaçay li ser girtina bingehên Tevgera Azadî û dezgehên nêzîkî PKKê ji aliyê YNKê ve got, “Dema ev pirsgirêka terorê hat çareserkirin, wê demê dê bi awayekî xwezayî bandorê li peywendiyên dualî jî bike. Heger mirov bibêje, Tevgera Azadî, PKK û saziyên wê hemû terorîst in, wê baştir bibe.”