TR KU SO
FB X
Kurdistan

Bulgaristan pistgiriya leskerî dide Ukraynayê

Leyla Denli
Nivîskar
📅 03 berfanbar 2022 20:01

PeyamaKurd Bulgaristanê ragihand, ew ê çek û cebilxaneyan bide Ukraynayê.

Wezîrê Aboriyê yê Bulgaristanê Nikola Stoyanov diyar kir, welatê wî dê di çarçoveya alîkariya leşkerî de çekan bide Ukraynayê.

Hat diyarkirin, piştgiriya leşkerî ya ku ji Ukraynayê re tê dayîn wê li ser biryara parlamentoyê bê dayîn.

Stoyanov tekez kir, alîkariya ji bo Ukraynayê dê bandorê li ser amadebûna şer a artêşa Bulgaristanê neke.

Hat diyarkirin ku Wezîrê Parastinê yê Bulgarîstanê Dîmîtar Stoyanov lîsteyek ku şiyanên artêşa vî welatî nîşan dide amade kiriye û ev lîste wê di demeke nêz de bê weşandin.

Beriya niha hatibû ragihandin, Parlamentoya Bulgaristanê şandina çekan ji bo Ukraynayê pejirandibû.

Parve bike: