TR KU SO
FB X
Kurdistan

Çekdaran 2 hezar zêdetir darên zeytûnê birîn û wekî êzing sandin Tirkiyê

Hevi Turan
Nivîskar
📅 27 tebax 2021 23:13

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku çar komên çekdar ên bi navên; Mihemed El-Fatih, Suleyman Şah, Lîwa Semerqend û Lîwa El-Weqas li çiyayên di navbera navçeyên Cindirêsê û Şiyê yên Efrînê de zêdetirî 2 hezar dar birîne.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, çekdar daran qut dikin da ku êzingên wan bifiroşin û ev jî di bin çavdêriya kesê bi navê ‘Ebû Hisên’ de pêk tê û piraniya êzingan derbasî Tirkiyê dikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ji dema ku bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê hatiye dagirkirin ve, gelek caran komên çekdar daran dibirin û li gorî amaran heta niha zêdetirî 327 hezar dar hatine birîn û zêdetirî 17 hezar dar jî hatine şewitandin.

Parve bike: