TR KU SO
FB X
Kurdistan

Civîna Parlamentoya Kurdistanê hat pasxistin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 26 tîrmeh 2020 16:12

PeyamaKurd - Berdevkê Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Pêşewa Hewramî ragihand ku ji ber daxwaza çend fraksiyonên parlamentoyê civîna îro ya Parlamentoya Kurdistanê ji bo sibê, 27ê Tîrmehê hat paşxistin.

Hewramî got ku wan rêz li daxwaza fraksiyonên din girtiye ku PDK dixwaze parlamentoyê bixe xizmeta aramiya siyasî û civakî.

Hat zanîn ku Parlamentoya Kurdistanê li ser daxwaza fraksiyonan bo dema 24 demjimêran hatiye paşxistin û wê parlamen sibe Duşemê li saet 11.00an bicive.

Hêjayî gotinê ye, firokisyonên PDK, Tevgera Goran, Serdem û Azadî û pêkhate amade bûn beşdarî civîna îro bibin, lê firoksiyona Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), Yekgirtû û Komel biryara xwe nedabûn.

Parve bike: