TR KU SO
FB X
Kurdistan

Civîna PDK û YNKê, bi encamên erênî bi dawî bû

Ruken güler
Nivîskar
📅 21 gulan 2023 20:30

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, civîna îro ya Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ya li ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bi dawî bû.

Piştî civîna ku îro li Hewlêrê hat kirin, endamên PDK û YNKê daxuyaniyeke hevpar da û bi rêya daxuyaniyê diyar kir ku “Di hevdîtinê de li ser encamdana hilbijartinan di dema xwe de pêwendiyên YNK û PDK û çend mijarên din ên girêdayî rewşa Herêma Kurdistanê, gotûbêj hatin kirin.”

Her wiha hat ragihandin ku li ser gelek mijaran hevtêgihiştinek erênî hebû û amaje bi wê yekê hat kirin ku “Hin mijarên din ên ku pêwîstiya wan bi guftûgoyên zêdetir heye, dê di civînên pêş de biryarên pêwîst li ser werin dayîn.”

Parve bike: