Ciwanekî Kurd di zindaneke Tehranê de bi îskenceyê hat kustin
PeyamaKurd – Li Tehranê, ciwanekî Kurd ê bi navê Mêhirdad Talişî, bi îşkenceyê di zindanekê de hat kuştin.
Li gor Rêxistina Mafê Mirova ya Hengawê îro roja Sêşemê 09.02.2021ê diyar kiriye, beriya hefteyekê di roja 01.02. 2021ê de, ciwanê Kurd bi navê Mêhirdad Talişî yê xelkê bajarû Dîwandere yê Rojhilatê Kurdistanê, di metroya Tehranê de hatiye desteserkirin.
Malbata Mêhirdad Talişî ji Hengawê re daye zanîn, piştî desteserkirinê ji aliyê hêzên emnî Mêhirdad Talişî ji bo zindana bajarokê Şapûrê tê veguhestin û îşkence lê tê kirin û di bin îşkenceyê de tê kuştin. Herwiha li ser bedena wî delîlên lêdan û îşkenceyê hebûne.
Herwiha zanyariyên Hengawê didin zanîn, ji bilî kesekî din jî yê ligel Mêhirdad bi bahaneya hebûna maddeya hişbir hatine desteserkirin û heta niha hîç zanyarîyek derbarê wî kesî jî de nîne.
Zanyariyên malbata Mêhirdad ji Hengawê re aşkere kirine destnîşan dikin, Mêhirdad bi tu awayî maddeya hişbir bikarneaniye û ew kesekî werzişkar bûye.
Hengawê amaje bi wê yekê jî kiriye, cenazayê Mêhirdad Talişî piştî pişkininan li Tehranê ji bo Dîwandereyê hatiye veguhestin û roja 07.02.2021ê li jêr kontroleke emnî de bi axê hatiye spartin.