TR KU SO
FB X
Kurdistan

Çûn da bo hirçan xwarinê deynin lê di berfê de man

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 10 rêbendan 2020 02:28

PeyamaKurd- Parêzgerê bajarê Bedlîsê Oktay Çağatay ragihand ku tîmeka wan bi erebê çûye Çiyayê Nemrûdê ya Tetwanê da li wê derê ji hirçan re êm (xwarin) deynin û vegerin. Lê bi sedema barîna berfa zêde, erebe di berfê de maye. Di erebê de 5 kes hebûn.

Parêzgerê Bedlîsê Çağatay got ku ereba wan di berfê de maye û li ser agahiyê  tîmên AFADê û UMKE yê şandine hewara wan. Niha her 5 kes hatine rizgarkirin û di rêdene vedigerin. Tenduristiya wan baş e.

Parve bike: