TR KU SO
FB X
Kurdistan

Dadgeha Federal biryara hilwesandina Parlamentoya Iraqê bipas xist

Hevi Turan
Nivîskar
📅 17 tebax 2022 22:24

PeyamaKurd – Dadgeha Federal a Iraqê, li ser daxwazên Tevgera Sedir a hilweşandina parlamentoyê îro 17ê Tebaxê civiya.

Di civîna ku li ser bangewaziyên hilweşandina Parlamentoya Iraqê û pêkanîna hilbijartinên pêşwext hat kirin de, biryara bipaşxistina rûniştina dadgehê hat dayîn.

Xwepêşandanên alîgirên Sedir ev mehek zêdetir e berdewam dikin û Tevgera Sedir banga hilweşandina parlamentoyê û pêkanîna hilbijartinên pêşwext dike.

Li aliyê din meha Gulanê jî hejmarek parlamentarên Iraqê yên bi navên; Salah Arbavî, Basim Şêş, Cemal Esedî, Qasim Abadî û Elî Taî daxwaza hilweşandina parlamentoyê anîbûn rojevê.

Parve bike: