TR KU SO
FB X
Kurdistan

DAISê li du cihan êrîsî hêzên girêdayî Esed kir

Hevi Turan
Nivîskar
📅 17 berfanbar 2021 22:57

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku çekdarên DAIŞê li herêma Sor a Çolistana Meyadîn a gundewarê Dêrazorê êrîşî xalên hêzên milîsên "Dîfa El-Wetenî" yên girêdayî rejîma Sûriyê kirine û 4 çekdarên "Dîfa El-Wetenî" birîndar bûne.

Li gorî zanyariyan, li derdora bajarokê Medan Etîq ê rojhilatê Reqayê jî çekdarên DAIŞê êrîş birine ser xaleke leşkerî ya milîsên Feyleq El-Xasim ku Rûsya piştgiriya wan dike.

Hatiye diyarkirin ku 3 endamên wê komê ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin.

Hêzên rejîma Sûriyê jî hevdem operasyonên xwe yên li Çolistana Medan berdewam dikin.

Parve bike: