DAISê li Selahedîn û Xurmatuyê êrîs pêk anîn
PeyamaKurd Hejmarek çekdarên rêxistina terorîst a DAIŞê êrîş birin ser polîsê parêzgeha Selahedînê û li sînorê bajarê Xurmatû, terorîstên DAIŞê hemwelatiyek bi suîqastê birîndar kir û kurekî wî jî revandin.
Li gorî medya Iraqê, çar çekdarên DAIŞê îro Şemiyê 18.04.2020ê serê sibehê êrîş birin ser polîsê çolên rojavayê bajarokê Bêcî ya parêzgeha Selahedînê.
Heta niha ziyanên wê êrîşa DAIŞê diyar nebûne û çapemeniya Iraqê jî amaje bi wê yekê kir, ku hêzên polîs bersiva çekdarên DAIŞê daye û pevçûn derketiye.
Şeva borî li sînorê bajarê Xurmatû, terorîstên DAIŞê hemwelatiyek bi suîqastê birîndar kir û kurekî wî jî revandin.
Li gorî zanyariyên berdest, şeva borî 17.04.2020an saet 10ê êvarê li sînorê nehyeya Amirlî ya ser bi Xurmatû çekdarên DAIŞê bi çeka suîqestê gule berdan hemwelatiyekî bi navê Hesen Refet ku nav zeviya xwe de bûye û ji ber wê jî birîndar bûye.Hat zanîn çekdarên DAIŞê çûne nav wê zeviyê û kurekî xwediyê wê zeviyê jî bo cîhekî ne diyar ve jî revandine.