TR KU SO
FB X
Kurdistan

DAISê li Xurmatûyê du zarok û du sivan revand

Hevi Turan
Nivîskar
📅 09 rêbendan 2024 23:21

PeyamaKurd- Hate ragihandin rêxistina terorîst DAIŞê li Xurmantûyê êrîşî gundê Xeşamne kir û du zarok û du şivan revandin.

Li gorî zanyariyan, çekdarên DAIŞê herdu zarokên revandî piştî çend demjimêran berdane, herdu şivan bi xwe re birine ku çarenivîsa wan nayê zanîn.

Hêjayî gotinê ye, gundê Xeşamne piraniya xelkê wê Tirkmen û Ereb in û girêdayî qezaya Xurmatû ya derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ya parêzgeha Selahedînê ye. 

Parve bike: