TR KU SO
FB X
Kurdistan

Daxuyaniya Amerîkayê ya li ser êrîsa Hewlêrê: Nayê qebûlkirin!

Leyla Denli
Nivîskar
📅 12 berfanbar 2023 16:14

PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand, êrîşên li ser Balafirxaneya Hewlêrê nayên qebûlkirin û divê bên rawestandin.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê de hat gotin, "Milîsên Iraqî îstiqrara Iraqê, gelê me û hevkarên me yên li herêmê tehdîd dikin."

Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê de ev tişt hatin gotin:

“Me eşkere kir ku ev êrîş nayên qebûlkirin û divê rawestin.

Milîsên girêdayî Îranê dabeşkirin û aramiya Iraqê, personelên me û hevkarên me yên li herêmê tehdîd dikin. Serokwezîr van êrîşan wek “nayê qebûlkirin” û “çalakiya terorê” bi nav kir û em jî qebûl dikin.

Em hêvî dikin ku Serokwezîr Sûdanî li dijî van êrîşan hemû gavan bavêje. Divê milîsên alîgirên Îranê nebin xwedî azadî ku li Iraqa ku welatekî serwer e, wekî ku dixwazin tevbigerin."

Ji aliyekî din ve, devera Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ku vê dawiyê hêzên navdewletî tê de hatibûn bicihkirin, şeva Înê bû armanca zincîre êrîşên balafirên bêbalafirvan.

Parve bike: