Kurdistan
Dêrsimî li hemberê nêçîrvanan nerazîbûna xwe nîsan dan
PeyamaKurd- Di demên dawiyê de li Dêrsim û der û dora wê, gelek nêçîrvan bi qaçaxî an bi îznê nêçîrê dikin. Bi taybetî di demên dawiyê de gelek pezkûvî hatin kuştin û nesla wan kete talûkê.
Li Dêrsimê grûbeka xwezaparêz li parka bi navê Seyîd Riza gihane hev û nerazîbûna xwe aşkera kirin. Grûp ragihand ku pezkûviyên Dêrsimê bo wan pîrozin û divê dewlet îznê nede nêçîrvanan ku li herêmê nêçîrê bikin.
Dêrsim û çiyayê dora Dêrimê her sal bo nêçîrvanan warê nêçîrêye. Ne tenê nêçîrvanên deverê lê ji gelek bajaran nêçîrvan diçin herêmê bo nêçîrê.