TR KU SO
FB X
Kurdistan

Di dawiyê de PKKê biryar da ku ji Singalê vekise

📅 23 adar 2018 20:48

PeyamaKurd – Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ku weke sîwana rêxistinên ser bi PKKê ve tê zanîn, di daxuyaniyekê de aşkere kir ku gerîlayên PKKê dê Şingalê vala bikin.

KCKê di daxuyaniya xwe de ragihandiye, civaka êzidiyan êdî civakeke birêxistinkirî ye û ewlehiya Şingalê û deverên derdora wê êdî parastî ye. Lewma ew dê gerîlayên xwe ji Şingalê vekişînin.

KCK radigîne ku ew piştî hevdîtinên dirêj ên digel aliyên têkildar li ser daxwaza hikûmeta Iraqê û êzidiyan ji Şingalê vedikişin.

Parve bike: