TR KU SO
FB X
Kurdistan

Di encama serekî çekdarî de herî kêm 2 pasdarên Îranê hatin kustin

Leyla Denli
Nivîskar
📅 22 nîsan 2021 14:31

PeyamaKurd – Li bajarê Merîwan yê Rojhilatê Kurdistanê, di encama şerekî çekdarî de, herî kêm 2 pasdarên Îranê hatin kuştin.

Li gor çavkaniyên nêzîkî sipaha pasdarên Îranê diyar kirine, şeva borî li derdora bajarê Merîwanê, di navbera pasdaran û çekdarên nenas de şer derket û di encamê de 2 pasdar hatin kuştin.

Herwiha heta niha nayê zanîn ew hêza çekdar kî bûn û girêdayî çi partî yan rêxistinê bûne û tu partî û hêzeke Rojhilatî jî ew êrîş negirtine ser xwe.

Parve bike: