TR KU SO
FB X
Kurdistan

Di hilbijartina taybet de PDK li pês e!

Viyan Cicek
Nivîskar
📅 29 îlon 2018 13:55

PeyamaKurd- Duh li Kurdistanê, gava pêşî ya hilbijartinê hate avêtin û hêzên ewlehiyê dengên xwe dan. Li gorî encamên nefermî, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bû partiya yekemîn.

Duh li Kurdistanê hilbijartina taybet hate kirin. Di hilbijartina taybet de wezîfedarên asayîşê, polîs û pêşmergeyan dengên xwe dan. 170 hezar û 469 kesî li 92 navendan dengên xwe dan. Li Hewlêrê li 41, li Silêmaniyê li 37, li Duhokê li 20 û li Helebçê li navendekê deng hatin dayîn.

Piştî hilbijartinê, deng hatin hijmartin û li gorî encamên nefermî, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) 79 hezar û 764 deng standin. YNKê nêzîkî 50 hezarî deng standin, Tevgera Goranê 10 hezar û 543, partiyên dî jî 16 hezar deng standin. Gelê Kurdistanê hemî wê sibe ji bo hilbijartinên parlamentoyê herin ser sandoqan.

Parve bike: