TR KU SO
FB X
Kurdistan

Di operasyona hewayî de 3 DEAS î hatin kustin

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 09 tîrmeh 2019 01:43

PeyamaKurd- Li gor ragihandina wezareta bergiriyê ya Iraqê, li bajarê Kerkûkê li ser agahdayîna polîs, balafirên şer rakirine û hinek deverên Kerkûkê bombebaran kirine. Li gor agahiyên polîsên Iraqê ku dane hêzên hewayî; li devera Kerkûkê li Wadî Zexîtûnê, balafir DEAŞiyan bombe kiriye.

Hat ragihandin ku di encama bombebaranê de 3 DEAŞ î hatine kuştin û ciyê ku xwe tê de vedişartin hatine îmhakirin.

Parve bike: