Kurdistan
Dibe ku deriyên dibistanan zûtir bên vekirin
PeyamaKurd - Serokê Komîsyona Perwerde û Xwendinê li Parlementoya Kurdistanê Ebdulselam Dolemerî got, tê xwestin ku deriyên dibistanan zûtir bên vekirin.
Parlementerê Kurdistanê û Serokê Komîsyona Perwerde û Xwendinê li Parlementoya Kurdistanê dibêje, pêşniyar hatiye kirin ku meha Sibatê deriyên dibistanan bên vekirin ku ji ber Koronayê hatine girtin.
Ebdulselam Dolemerî diyar kir, roja 2 Sibatê komîteya rûbirûbûna Koronayê dê bicive û rewşê binirxîne û biryarên nû bide.
Serokê Komîsyona Perwerde û Xwendinê li Parlementoya Kurdistanê anî ziman, komîteya rûbirûbûna Koronayê biryar daye roja 1 Adarê deriyên dibistanan bên vekirin û got, lê tê xwestin ku deriyên dibistanan zûtir bên vekirin, çimkî rewşa tenduristiyê roj bi roj baştir dibe.