Kurdistan
Dizeyî: Me ji wan xwest êrîskar bi cezayê herî giran bên cezakirin
PeyamaKurd – Berpirê Peymangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî li ser êrîşa bi ser malbata Kurd a Hewlêrê de ragihand ku wan bi Konsolxaneya Tirkiyê ya Hewlêrê re pêwendî kiriye û ji bo cezakirina êrîşkaran pêvajoyê ji nêz ve dişopînin.
Sefîn Dizeyî, da zanîn ku malbata ji Hewlêrê ji bo betlaneya cejna Remezanê çûye Tirkiyê û li Mersînê rastî êrîşeke nemirovane hatiye.
Dizeyî diyar kir ku wan bi kesûkarên malbatê re pêwendî kiriye û herwiha bi konsolxaneya Tirkiye re jî di nav pêwendiyê de ne ku ji wan xwestine êrîşkar bi cezayê herî giran bên cezakirin.