Kurdistan
Dolmîsa karkerên çandiniyê qeza kir: 18 kes birîndar bûn
PeyamaKurd - Li navçeya Bozdogana Aydinê dolmîşa karkerên çandiniyê yên demsalî ku bixwe Kurd in qeza kir. Di encamê wê qezayê de 5 ji wan zarok 18 kes birîndar bûn.
Hat zanîn ku îro li navçeya Bozdogan a bajarê Aydin ê Tirkiyê, dolmîşa ku karkerên çandiniyê dibir nav zeviyan qulibî.
Di qezayê de 5 ji wan zarok 18 karkerên demsalî birîndar bûn. Birîndar bo nexweşxaneyên derdorê hatin veguhestin ku hat diyarkirin rewşa baş e.