Dosye û belgeyên 30 salan ên saredariya Helebceyê hatin sewitandin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di encama êrîşa şeva borî de ku avahiya şaredariya Helebceyê ji aliyê kesên xwe wekî xwepêşander didin nasîn hat şewitandin de, dosye û belgeyên welatiyan û karmendan ên 30 salan hatine şewitandin.
Serokê Şaredariya Helebceyê Kiwêstan Ekrem, li ber avahiya şewitandî ji K24ê re ragihandiye: “Mixabin. Bi rastî bi vî şêweyî daxwaza maf nayê kirin ku êrîş bikin ser saziyên hikûmetê. Em jî ligel wê yekê ne ku welatiyên me daxwaza mafên xwe bikin, lê bi awayekî rast, ne bi vî awayî.”
Kiwêstan Ekrem li ser ziyanên gihîştine avahiyê got: “Zirar gihiştiye hemû avahiyê, ji aliyê dosye û dokumêntan ve jî, beşa gencîne û depoya şaredariyê û belgeyên welatî û fermanberan ên 30 salan hemû şewitîne.”
Serokê Şaredariya Helebceyê destnîşan kir: “Bêguman destekî têkder û alozker ev kar kir.”
Şeva borî 22yê Tebaxa 2020an li Helebceyê ji aliyê beşek xwepêşanderan ve teqe li baregeha Liqa 12 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hat kirin, Rêveberiya Şaredariya Helebceyê û avahiya Qaymeqamiyê û Binkeya Polîsê Trafîkê hatin şewitandin.