TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ebadî bi peyamekê daxwaza hilwesandina Parlamentoya Iraqê kir

Leyla Denli
Nivîskar
📅 08 îlon 2022 14:01

PeyamaKurd – Serokwezîrê berê yê Iraqê Heyder Ebadî daxwaza hilweşandina Parlamantoya Iraqê kir.

Heyder Ebadî li ser twîttera xwe diyar kir ku li gor madeya 64 a destûra Iraqê, daxwaza destpêşxeriyê ji bo lidarxistina hilbijartinên pêşwext li gor madeya 64 a destûra Iraqê kiriye, li gor rêkeftineke siyasî, hilbijartin ji aliyê hikûmeteke xwedî desthilatên temam ve were kirin û pişt re Parlamento were hilweşandin.

Li gor medyayên Iraqê îro eşkere kirin, wê giliyeke din li ser şîrovekirina madeya 64 a destûrê li Dadgeha Federalî were kirin, da ku serokomar û serokwezîr daxwaza hilweşandina Parlamentoyê bikin.

Parve bike: