Edhem Barzanî bersiva gotegotan da
PeyamaKurd – Siyasetvanê Kurd Edhem Barzanî bo tora medyayê bo Rûdawê axifî û got ku nûçeyên derbarê derketina wî ya derveyî welat de rastiyê nîşan nadin. Edhem Barzanî şemiya borî çûbû derveyê welat û mijarê weha ragihand:
“Hemû gotegotên li ser gera min a normal, ji rastiyê dûr in û têne berevajîkirin. Gotegotên li ser gera min derketine, di navbera du kesan de hatine axaftin û ew bûye senaryoyekî.”
Edhem Barzanî 2 roj berê ji Hewlêrê, bo Hikûmeta Bextayê, bo Netewên Yekgirtî, bo sazî û berpirsên saziyên navnetewî nameyekî şandibû û tê de xwestibû da bo Tirkiyê operasyonên xwe yên leşkerî yên li Herema Kurdistanê bi dawî bike, zorê li ser Tirkiyê bikin.
Edhem Barzanî li ser nameya xwe got ku ew weka hemwelatiyekî sade û bihest nama xwe nivîsandiye. Barzanî balê kişandiye ser Peymana Lozanê û dibêje Peymana Lozanê di 2023 an de dawî lê tê û dikevin demekî zehmet û nediyar û wiha berdewam dike:
“Kurdistan bi qirkirina sirûştî û dagirkirineka leşkerî ya nû re rû bi rû maye.”
Di peyama Edhem Barzanî de weha hatibû gotin:
“Wek em hemû agahdar in, di vê heyama derbasbûyî de, erdnîgariya Herêma Kurdistanê bi giştî û devera Badînan bi taybetî, bi şêwazekî gelek dijwartir, ketiye ber pêleke dijwar a destbiserdegirtinê ku li gelek herêman artêşa dewleta Tirkiyê heta kûrahiya bi nêzikî 40 kîlometre hatiye pêş û axa Kurdistanê xistiye bin şert û mercên zehmet û neyasayiya dagirkeriya serbazî.”
Dema lêdana zengila metirsiyê hatiye ku em hemû bi hev re û bêyî dudilî vê zengilê lê bidin. Gelek bi ciddî hemû rêkarên navdewletî werbigirin û helwesta xwe rêk bixin û daxwaz ji dewleta Tirkiyê bikin, di çarçoveya cîrantî, hevayînî, pêkvejiyana dîrokî û cografî de, ji bo jiyana aştiyane ya di navbera gelên Kurd û Tirk û gelên din ên li deverê û seqamgirî û aramiya herêmayetî û Rojhilata Navîn, rêz li serweriya ax, jîngeh û îdareya xwerêveberiya yasayî û destûrî yên Kurdistanê bigre û îtîraf bi prensîpên mirovî, siyasî û îdareyên li wan herêman bike û pirsgirêkan di çarçove, bazne û civaka Tirkiye û Kurdistana Bakur de çareser bike ku navenda serhildana wan arîşeyane ku pêwîstî bi hevtêgihiştina netewên Kurd û Tirk heye. Bijî aştî û pêkvejiyana mirovatiyê.”
Piştî weşandina nameya Edhem Barzanî, armanca serdana wî ya Îranê berevajî kiribûn û wek terikandina welat nîşan dabûn. Di hinek nûçeyan de dihat gotin ku dê Edhem Barzanî di demek nêz de bi "tevgerekî şoreşger" vegere.