Kurdistan
Efrîn | Termê kalemêrekî ku sopên îskencê li ser hebûn hat dîtin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li nav erdekî vala yê navbera bajarê Efrînê û navçeya Cindirêsê termê kalemêrekî hatiye dîtin ku şopên îşkence û lêdanê li ser hebûne.
Li gorî çavkaniyên xwecihî ji nav bajarê Efrînê, termê kalemêrekî nenas li çolê di navbera rêya Efrîn û navçeya Cindirêsê de hate dîtin.
Çavkaniyan diyar kiriye ku li gorî pişkinînên dadweriya bijîşkî ya li nexweşxaneya Efrînê li ser cenaze şopên lêdan û îşkenceyeke xurt hebûn.
Heman çavkanî didin zanîn ku dibe ew kalemêr ji aliyê çekdarên bi ser Tirkiyê ve hatibû kuştin.