Kurdistan
“Em perçeyek ji Kurdistanê ne”
PeyamaKurd - Serokê Partiya Demokrat a Êzdî Heyder Şeşo ragihand, ku hêzên Iraqê nikarin Êzdiyan û navçeyên wan biparêzin û baweriya Êzdiyan bi hêzên Iraqê nema ye.
Heyder Şeşo di axaftina xwe ya li Kurdistan24ê de ragihand: Em weke pêkhateya Êzdî, em Kurdistanî ne.
Herwiha Şeşo tekez kir, ku pêwîst e fişar li Hikûmeta Iraqê bên kirin, heya Şingal û Deşta Nînewa weke parêzgeheke serbixwe were naskirin.