Kurdistan
Endamê meclisa Bozhewayê yê HDP ê hat binçavkirin
PeyamaKurd- Endamê meclisa navçeya Bozhewayê yê HDP yî yê bi navê S.A. bo lêpirsînekî çû Rêvebiriya Asayîşê beşa TEM ê ya bajarê Rihayê lê li wê derê hat binçavkirin. S.A. bi tewana “endamê rêxistina terorê” hat binçavkirin û lêpirsîna wî ya li Rêvebiriya Asayîşê dewam dike.
S.A. di heman wextê de endamtiya Meclisa Şaredariya Mezin ya Rihayê jî dike.