TR KU SO
FB X
Kurdistan

Endamekî PDK-Sê do ji aliyê milîsên PYDê ve hat revandin

Leyla Denli
Nivîskar
📅 04 nîsan 2022 14:00

PeyamaKurd Endamekî PDK-Sê do ji aliyê milîsên PYDê ve hat revandin û piştî îşkenceyê, serbest hat berdan.

Li gorî zanyariyên ARKê, ciwanê Kurd Ebdulrehman Hacî Umer ji aliyê milîsên PYDê ve hate revandin û piştî lêdanê li gundê Qortepan yê derdora Dêrikê hate berdan.

Çavkanî destnîşan dike, Umer bi şêweyekî tund hate lêdan û îşkencekirin.

Endamekî Encûmena Şaxî ya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriyê Ebdulrehman Hacî Umer, şêniyekî gundê Girkê Hêwil e ku ew gund ser bi Dêrika Rojavayê Kurdistanê ve ye.

Parve bike: