TR KU SO
FB X
Kurdistan

ENKS: Divê Rêveberiya Xweser gavên pratik bavêje

📅 19 berfanbar 2019 14:49

PeyamaKurd - Rêvebiriya xweser di daxuyaniyekê de ragihand, Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) dikare nivîsgehên xwe veke û karê xwe bi azadî bike. ENKS jî bi erênî vê daxuyaniyê dinirxîne û dibêje, pêwîst e bikeve warê praktîkê de.

Ji berdewamiya înîsiyatîfa Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî ya ji bo avakirina yekrêziya Kurdî, Rêveberiya Xweser di daxuyaniyekê de ragihand, ENKS dikare nivîsgehên xwe veke û dozên li dadgehan li dijî kesayetî û serkirdeyên ENKSê hatine vekirin, hatine rakirin, ev jî wek gavekê bo avakirina baweriyê di navbera her du aliyan de.

Serokatiya ENKSê vê daxuyaniya Rêveberiya Xweser erênî dibîne û dibêje, pêwîst e ev daxuyanî bikeve warê pratîkî de û dê bandora wê ya erênî li ser pirsa Kurdî bi giştî hebe,

Di vê derbarê de Endama Serokatiya ENKSê Fesla Yûsif got: “Bi hêvî ne ku di demeke nêzîk de bi gavên pratîkî ev daxuyanî cibicî bibe û bibe gavek bi aliyê yekrêzbûna mala Kurdî û gav bikeve xizmeta doz û gelê me, herwiha helwesta me ya Kurdî jî li pêş opozîsyonê, proseya siyasî, li Cenêv û civaka navdewletî xurt bike û dê bandoreke wê ya erênî hebe. Ev yek daxwaza tevahiya glê Kurd e.”

Li aliyê din Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) dide zanîn, çi gavên bên avêtin û bikevin berjewendiyên Kurdan de, pîroz e. Herwiha niha bêhtir ji Herêma Kurdistanê tê xwastin pêşengtiya projeya yekrêziya Kurdî bike û PYD jî ji vê gave re amade ye.

‘Yekrêziya Kurdî daxwaza hemû Kurdan e’

Hevserokê Desteya Pêwendiyên Giştî yên PYDê Salih Muslim got: “Yekrêziya Kurdî daxwaza hemû Kurdan e, me wek PYDê ji destpêkê hewl da vê yekê bikin, çi li Hewlêrê û çi li Duhokê be me her dem dixwast yekrêzî çê bibe. Ên pêşengtiya vê projeyê bêhtir bikin, rêveberên me ên Başûr in. Çi kesê karibe bi erênî bi vê kedê re alîkar be li her her deverekê, cihê spasiyê ye.”

Parve bike: