Kurdistan
Erdogan dîsa gefa êrîsa ser Rojava xwar: Em ji hemû dinyayê re îlan dikin!
PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, îro 25ê Tebaxê li navçeya Xelat a bajarê Bedlîsê yê Bakurê Kurdistanê, beşdarî merasîma salvegera ‘Serkeftina Malazgirê’ bû.
Erdogan di axaftina xwe de, cara din gefa êrîşeke nû li ser Rojavayê Kurdistanê û herêmên jêr kontrola Rêveberiya Xweser xwar û got: “Ji bo ewlehiya welatê xwe em ê operasyonên xwe li gorî planên xwe bidomînin. Dibe ku em şevekê ji nişkave werin, hem jî em dikarin bikevin her derê.”
Serokomarê Tirkiyê got: “Ez car din ji hemû dinyayê re îlan dikim ku heta em sînorên xwe yên başûr bi korîdoreke 30 kîlometreyan kurahîyê bi ewle nekin, em dev ji têkoşînê bernadin."