Kurdistan
Erdogan li Diyarbekirê mîtingekê li dar dixe
PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ku biryar bû hefteya borî serdana bajarê Diyarbekir ê Bakurê Kurdistanê bike û ji ber teqîna kana komirê ya Bartinê ew serdan hatibû paşxistin, îro Yekşemê 23yê Cotmehê vê serdanê pêk tîne.
Ji aliyê AK Partiyê ve hatiye ragihandin ku Erdogan piştî serdana bajarê Meletî yê Bakurê Kurdistanê, derbasî Diyarbekirê dibe.
Erdogan li Diyarbekirê mîtingekê li dar dixe û tê çaverêkirin di gotara xwe de çend peyaman bide.
Beriya serdana Erdogan, Girtîgeha Diyarbekirê ya bi îşkence û tadeyên darbeya 12ê Îlonê dihat naskirin jî hatibû valakirin.