Kurdistan
Erebên hawirde dixwazin gundekî Kurdên Kerkûkê dagir bikin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku gundê Şenaxe yê Sergeran a Kerkûkê, di bin gefa dagirkirina erebên hawirde de ye û dixwazin îro bikevin gund û dest deynin ser zevî û erdên cotkarên Kurd.
Li gorî çavkaniyên ji gundê Şenaxeyê, erebên hawirde çadir bi xwe re anîne û niyeta wan xirab e û dixwazin li gund bimînin û zeviyên cotkarên Kurd dagir bikin.
Heman çavkaniyan diyar kiriye ku wê cotkarên Kurd rûbirûyî wan bibin û rê nedin gundê wan dagir bikin.
Herwiha hatiye ragihandin ku ji bo rêgirtina li her îhtimaleke neçaverêkirî, hêzeke artêşa Iraqê jî li nav gund hatiye belavkirin.