TR KU SO
FB X
Kurdistan

Fermandarê Hêzên Qûds serdana Sûriyê kir

Hevi Turan
Nivîskar
📅 28 hezîran 2020 14:37

PeyamaKurd - Ajansa Tesnîm ya Îranê ragihand ku fermandarê nû yê Hêzên Qudis ên Îranê ku li şûna Qasim Suleymanî hatiye danîn, Îsamîl Qanî serdana rojhilatê Sûriyeyê kiriye.

Li gorî Tesnîmê di çend rojên borî de Îsamîl Qanî li sînorê Iraqê serdana bajarokê Elbukanî yê Sûriye kiriye.

Hêjayî gotinê ye, şeva borî jî balafirên Îsraîlê careke din êrîş birin ser milîsên Îranî ku Fermandarê Îranê serdana wan kiribû û li gorî SOHRê 6 çekdarên îranî di wê êrîşê de hatine kuştin.

Ev demek e Îsraîlê êrîşên ser hêzên îranî û rejîma Sûriyê zêde kirine ku dixwaze Îran bi temamî ji Sûriyê bê derxistin û Amerîka jî piştgiriyê dide Îsraîlê.

Parve bike: