TR KU SO
FB X
Kurdistan

Firînên ji Balafirgeha Kerkûkê dest pê dikin

📅 10 tîrmeh 2018 04:26

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku dê firînên ji Balafirgeha Kerkûkê bo hundir û derveyî welat dest pê bikin.

Wezîrê Gihandinê yê Iraqê Kazim Fincan el Hemamî, daxuyanî da û diyar kir ku dê firîn ji hefteya pê ve bo Tirkiye, Libnan û Bexdayê dest pê bikin.

 Waliyê Kerkûkê Rakan Cibûrî jî got ev gav dê xizmeteke baş bo welatiyan bike.

Balafirgeha Kerkûkê piştî 2003an demeke dirêj ji aliyê eskerên Amerîkayê ve wek binke hat bikaranîn.

Parve bike: