TR KU SO
FB X
Kurdistan

Fraksiyonên Kurdistanî biryar dan li Bexdayê bi yekdengî tevbigerin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 18 cotmeh 2023 21:55

PeyamaKurd - Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê û fraksiyonên Kurdistanî li Bexdayê civiyan û biryar dan di kombûna Lijneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê de li ser pirsa mafên darayî yên Herêma Kurdistanê bi yekdengî tevbigerin.

Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku ji Wezîrê Darayî û Aborî Awat Cenab Nûrî, Serokê Dîwana Civata Wezîran Umêd Sebah, Sekreterê Civata Wezîran Amanc Rehîm, Serokê Hemahengiya Lipeyçûnê Ebdulhekîm Xosrew û hejmareke şêwirmend û rêveberên giştî yên Wezareta Darayî û Wezareta Samanên Xwezayî li Bexdayê ne û hevdîtinên xwe yên li ser mafên darayî yên Herêma Kurdistanê berdewam dike.

Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro 18ê Cotmehê li Bexdayê bi Wezîrê Darayî yê Hikûmeta Federal û Lijneya Darayî ya Civata Nûnerên Îraqê re civiya ku Wezîrê Darayî û Aborî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê hurgiliyên li ser dahat û xerciyan pêşkeş dike.

Hikûmeta Kurdistanê ji hikûmeta Iraqê daxwaz dike, madeyên 12 û 13 yên yasaya budçeya Iraqê ku mafên Herêma Kurdistanê asteng dikin werin guhertin û li gorî rêkeftina berê bi hikûmetê re kirine, mafên budçeyê û petrolê yên Kurdistanê bên dayîn.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê niha di çarçoveya destûra Iraqê de li çareseriyeke bingehîn ji bo parastina mafên welatiyên Herêma Kurdistanê digere.

Parve bike: