TR KU SO
FB X
Kurdistan

Frokeyên Tirkiyeyê li Rojava êrisî 4 otomobêlan kirin: Mirî û birîndar hene

Mustafa Turan
Nivîskar
📅 28 sibat 2024 15:37

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku frokeyên bêmirov ên Komara Tirkiyeyê li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê êrişî 4 otomobêlan kirine.

Jêderên herêmê dan zanîn ku 2 otomobêl, li ser rêya Xana Serî ya li başûrê bajarê Dêrikê, otomobêlek li daketina Dêrikê û otomobêlek jî li nêzîkî gundê Wanikê yê girêdayî Dêrikê rastî êrişa frokeyên bêmirov ên Tirkiyeyê hatine.

Jêderan ragihand ku di encama êrişan de mirî û birîndar hene, lê belê heta niha hejmara wan nehatiye diyarkirin. 

Parve bike: