TR KU SO
FB X
Kurdistan

Fukuyama: “Çanda demokrasiyê li Kurdistanê heye!”

Viyan Cicek
Nivîskar
📅 01 îlon 2018 14:17

PeyamaKurd- Nivîskarê navdar yê Amerîkî Francis Fukuyama got ku çanda demokrasiyê li Kurdistanê bilind dibe.

Fukuyama ji bo ku di konferansa bi navê “Dawiya Dinyayê” de biaxive, hate Silêmaniya Kurdistanê.

Siyasetzanê Amerîkî yê xwediyê pirtûka bi navê “Dawiya Dîrokê û Insanê Dawî” Francis Fukuyama ji çapemeniya Kurdî re axivî û got ku ne mimkun e ku Amerîka pirsgirêkên nava Iraqê çareser bike.

Fukuyama wiha berdewam kir: “Cîranên Iraqê nahêlin ku Iraq pirsgirêkên xwe di nava xwe de çareser bike. Lê belê li Kurdistanê çanda demokrasiyê heye û rewşa wê baştir e. Kurdistan li pêşiya Iraqê ye. Li Kurdistanê komeke ku ji demokrasiyê bawer dike heye. Ev li Iraqê nîn e.”

Fukuyama li ser rewşa Tirkiyê jî got ku ji ber ku rêvebirî di yek destî de hate civandin, aboriya wê xira dibe.

Li ser rewşa Îranê jî Fukuyama got ku gelê Îranê reformê dixwaze, divê rêvebirî jî di demeke kin de dest bi reforman bike.

Parve bike: