Kurdistan
Gundên Duhokê hatin bombebarankirin: 2 kesan jiyana xwe ji dest da
PeyamaKurd – Gundê bajarokê Dinarte yê navçeya Akrê ya Duhokê ji aliyê balafirên şer ên Tirkiyeyê ve hat bombebarankirin.
Rêveberê Navçeya Dînarte Serbest Sebrî got, “Di encama bomberdûmana li ser sînor de 2 welatî şehîd bûne.”
Rêveberê navçeyê anî ziman ku welatiyên jiyana xwe ji dest dane ew gundî ne ku li gundê Bamîşmîş qeyda xwe kirine.